Ji Edebiyata Kurdên Anatoliyê: Li Benda Keskesorê

Dîroka serpêhatiyên kurdên ku sirgûnî Anatoliya Navîn bûne, berê xwe dane Stembolê û koçberî Swêdê kirine, hertim bala min kişandiye. Di navbera van bîst salên dawî de li ser van herêman çend pirtûkên min kurdî û tirkî derketine.

Îro dema em li demografiya hin herêmên Anatoliya Navîn mêze dikin, em dibînin ku li derdorê bajarên Enqere, Qonya, Kirşehîr, Bolu, Çankirê û hin cîhên din bi sedan gundên kurdan hene. Berî salan hatine sirgûnkirin û di dawiyê de ev cîwarên nû ji xwe re kirine warên teze. Dîroka van gundên kurdan gelek caran hatiye ji bîr kirin û derbasî ser kaxiz nebûne. Di sala 1997an de li Swêdê bi derketina kovara Bîrnebûnê hêvîke mezin di nav mirovên ji van herêman de peyda dibe. Ev kovara wek weşaneke hûnerî û çandî li Swêdê derket, heta niha jî weşana xwe li wir berdewam dike. Di navbera salên 1997-2023an de qasî 87 hejmarên wê derketine. Piraniya kesên ku ji vê weşanê re nivîsîne ji nav kurdên Anatoliya Navîn tên. Em bi reqemeke gulover dikarin bêjin ku ev çaryek sedsal e ku kovara Bîrnebûn her derdikeve. Ji bo serpêhatiya kovareke periyodîk bêgûman ev reqama mijareke şanazî, serbilindî û şabûnê ye. Ev pêşketin û tevgera hunerî, çandî û edebî serboriya navê vê kovara wan jî tîne bîra me: Bîrnebûn. Peyva bîr bi taybetî ji bo netewe, gel û komên bêdewlet wek kurdan gelek tiştan dikare îfade bike. Ji ber vê rastiyê Bîrnebûn bi taybetî di warê berhevkirin û qeydkirina nimûneyên folklora (edebiyata devkî) kurdî de jî roleke mezin lîstiyê/dilîze.

Komek Mîkaîlî li zozanan

Dema em li hejmarên berê yên Bîrnebûnê mêze dikin em dibînin ku di nav van salên dirêj de bi dehan nivîskar berhemên edebî nivîsîne, paşê hin ji wan ev berhemên xwe wek pirtûk weşandine. Ji nav kurdên Anatoliya Navîn derketina van nivîskaran wek dewlemendî û rengînîkê gelek alîkariya gulvedana edebiyata kurdî li vê herêmê kiriye. Kovar herweha parastin û pêşketina devok/devokên vê herêmê jî dike. Piraniya nivîs û berhemên van nivîskaran bi devokên herêmî hatine nivîsîn. Lê mixabin heta niha qasî ku ez pê zanim devok yan jî devokên kurdên Anatoliya Navîn nebûne mijara lêkolîn û tezên akademîk. Komek nivîskarên ku ev qasî 25 sal in her dinivîsîn, ev in: Mem Xelikan, Nûh Ateş, Fikret Yildiz (navê berê Dr. Mikaîlî), Seyfî Doxan, Muzaffer Ozgur, Mehtab Îdelî, Yusuf Yeşîloz, Qadîr Çelîk, Şoreş Reşî û kesên din.

Ez di vê nivîsê de dixwazim bi kurtî romana Fîkret Yildiz ya bi navê Li Benda Keskesorê (Apec. 2018) bidim nasandin. Ne tenê ev romana Fîkret Yildiz hin kesên din jî çend roman weşandine, wek romana Muzaffer Ozgur ya bi navê Sîyarên Deşta Anatoliyê (Apec, 2017) û romana Şoreş Reşî ya bi navê Heco (Weşanên Ar, 2019). Ev herdu berhem jî li ser Hecî Buxurcî ne ku di nîvê yekem yê sedsala 20an de jiyaye. Wî bi komek hevalê xwe li hemberî hêzên dewletê serî hildane, derketine serê çiyan, bûne qaçax û firarê dewletê. Hecî Buxurcî di dawiyê de tê girtin û di sala 1933an de li Enqerê li peytextê Tirkiyê tê dardakirin. Dema mirov van herdu romanên li ser Hecî Buxurcî bide ber hev, rûberî hev bike gelek encamên balkêş dikarin di derbarê çêkirina îmaja wî ya edebî de derkevin holê. Çimkî mijara herdu romanan jî heman kes e: Hecî Buxurcî.

Romana Fîkret Yildiz ya bi navê Li Benda Keskesorê pêşiyê li Swêdê (2018), çapeke din ya nû li Tirkiyê hatiye weşandin (2019). Beşa yekem ya romanê jî bi heman navî hatiye nivîsîn. Divê em li vir diyar bikin ku naveroka vê romanê berê di kovara Bîrnebûnê de wek rêzenivîs bi navekî din Sîyarê Têrika derketiye (beşa-1, Bîrnebûn, nr 58/2914). Nivîskar çima ev navê nû: Li Benda Keskesorê hilbijartiye? Mirov vê yekê çawa dikare şirove bike? Belkî jî ev yek bi kesayetiya lehengê sereke yê romanê Os ve girêdayî ye. Os dema ciwan bûye ji gundê xwe aciz dibe, dixwaze bireve, here diyarekî dûr. Li vir nivîskar qala serpêhatîke keskesorê dike ku di nav kurdan de belav bûye. Li gorî efsanekê ger kesekî mêr di binê keskesorê re derbas be, eger mêr be dibe jin, lê jinek bixwaze derbas be, dibe mêr. Os pêşiya benda baranê, paşê jî benda derketina keskesorê dimîne. Berbi keskesorê dibeze-nabeze nagihêje vê pireya efsûnî ku ji “heft rengan” çêbûye. Vê carê jî lehengê romanê Os li dêvla keskesorê projeya çûyîna Stembolê dike pratîkê. Ew li hespê xwe siyar dibe berbi paytextê Osmaniyan Stembolê dibeze.

Bûyerên romanê di sedsala 19an de li derdorê gundê Mîkaîla li hêla Haymanayê û Stembolê derbas dibin. Roman berhemeke biyografîk dikare bê hesibîn, di vê berhemê jiyana kurdekî bi navê Os heye. Navê Os di devoka kurdên Anatoliyê forma kurtkirî ya navê Osman pêk tîne. Dema mezin dibe di romanê de wek Hecî Osman tê nas kirin. Navên jin û mêrên Anatoliya Navîn hinekî ji navên mirovên li Kurdistanê cihêtir in. Li ser van navên kesan heta niha lêkolînek nehatiye kirin.

Romana Li Benda Keskesorê bi kurtenasandina Nûh Ateş, pêşgotina nivîskar û ferhengokekê dest pê dike. Di beşa ferhengokê de hin peyvên ku li gundê Mîxaîla tê peyivîn cîh girtine û bi kurmanciya nûjen wateyên wan tên pêşkêş kirin. Bi dîtina min gelek baş bûye ferhengokê di vê berhemê de cîh girtiye. Çimkî roman bi devoka vê herêmê hatiye nivîsîn.

Guhartinên di civakê de herweha nifşên nû jî diafrînin, di destpêka romanê de, di beşa yekem de dema carekê ji eşîra têrika komeke mezin siyar dibin tên mêvaniya begê êla Mîkaîliya, begê wan Hecîbrêm bi germî û dostanî van mêvanan qebûl dike. Di vî beşê destpêkê de mirov dibîne ku saltanateke biriqî û mezin li vî gundî hebûye û di nav halxweşiyê de jiyane. Nivîskar li vir gelek agahî û zanyariyên etnografîk jî di derbarê kurdên torin û asilzade yên vê herêmê de pêşkêş dike. Ev demên windabûyî, demên zêrîn di vî beşa yekem ya romanê de gelek tên romantîze kirin. Mirov wek xwendevan xweziya xwe li van serdemên bihurî tîne.

Nivîskarê romanê Fikret Yildiz bi xwe ji gundê Mîkaîla ye. Ev gund heta sala 1926an bi bajarokê Haymanayê ve girêdayî bûye, paşê di nav sînorên bajarokê Polatliyê de dimîne. Berî vê romanê em di kovara Bîrnebûn de jî rastî gelek nivîsên wî yên din tên. Mijara van nivîsan li ser dîrok û çanda gundê Mîkaîla ye. Rêzenivîsên wî yên di derbarê begê began Elîşan Begê de jî wek mînak gelek balkêş in. Di van nivîsan de di derbarê vî begê kurd de agahî û zanyarên nû cîh girtine. Min ew nivîsan berê bi heyranî xwendibûn. Ev çavkaniyên nivîskar yên ku wek nivîs weşandine dikarin di pêşerojê de bibin bingehê romaneke din li ser Elîşan Begê. Berî Enqere bibe paytextê Tirkiyê, li vî bajarî giranîke vî begê kurd hebûye. Fîkret Yildiz bi van nemaye, sala par vê carê di derbarê gundê xwe de lêkolîneke diroki ya fireh jî bi tirkî weşand: Ankara’da Bir Kürt Köyü: Mikaila (Apec, 2022, Seksek Yayınları , 2023 ). Fîkret Yildiz îro yek ji wan nivîskarên herêmê yê naskirî ye. Ew niha li Almanyayê dijî. Wî di kovara Bîrnebûnê de gelek salan navê “Dr. Mîkaîlî” bi kar aniye, lê belê di berhemên xwe yên di van salên dawîn de êdî em li ser bergên pirtûkên wî navê Fîkret Yildiz dibînin.

Wek me li jor jî got romana Li Benda Keskesorê li ser jiyana (Hecî Osman Efendi)? ye ku di romanê de wek Os derbas dibe. Piştî di xortaniyê de qezayek li serê wî re derbas dibe, lêva wî didire û di nav gund de jê re “lêvse” dibêjin. Ji ber van nav û nûçikan ew gelek aciz dibe û li ber xwe dikeve. Paşê dema ew diçe Stembolê, ew li wir lêva xwe nîşanî doxtoran dide û lêva wî paşê qenc dibe. Dema ew xort bûye dilê wî dikeve keçeke bi navê Hewê (Hewa Yeho). Lê belê paşê em di dawiya romanê de dibînin ku Hewê her bedbext e, naghêje mirazê xwe.

Lehengê romanê Os êdî naxwaze di gundê xwe de bijî û bi siyarî berê xwe dide Stembolê. Dema ew tê Stembolê pirçandiya paytextê Welatê Osmanî gelek bala wî dikşîne. Tê gotin ku li vira “Heftê heft millet bi hev re dijîn” û “bi sedan millet û ziman hewûn”. Os li Stembolê rastî kurdan jî tê. Bi hezaran kes ji herderê Kurdistanê koçberî vî bajarê mezin kirine. Divê kesekî bi destê Os bigre hebe. Li hemwelatiyan digere. Ew diçe mizgeftekê li wir Mele Şewqî Efendî dibîne û serboriya xwe jê re vedibêje bona ew alîkariya wî bikin. Os gelekî dikeve çavên Mele Şewqî Efendî û ew jî vî xortê kurd gelek hez dike. Jê re cîhê mayîn û îmkanên xwarinê peyda dike. Di nav demeke kurt de ew dibe şagirtekî jîr û dixwaze here Dergeha hîmdarê terîqata neqşîbendî Mewlana Xalit (1779-1827) ku wê demê li Stembolê bûye. Ew herdu kurd hev dibînin û qala çend tiştan dikin, wek mînak “…rola kurdan di belawbûna Îslamê de”. Os cara pêşîn li vir fêr dibe ku siltanê mezin Selahaddîn Eyubî bi eslê xwe kurd bûye. Os li vir derseke kurt ji Mewlana Xalit Efendî werdigire. Mewlana Xalit dixwaze gelek tiştan ji Os fêr bibe, wek rewşa kurdên Anatoliya Navîn, Os jî kîjan eşîrê ye… Belkî jî kokeke Mewlana Xalit jî heta Mîkaîla dirêj dibe, kî dizane. Wî berê jî bîhistiye wekî Os kesekî jêhatî û bikêr e. Bi pêşneyar û alîkariya Mevlana Xalit, Os demekê şunda li Qesra Osmanî dest bi karekî nû dike. Êdî li pêşiya Os deriyên pêşketin û serfiraziyê gelek zû yek bi yek vedibin. Rewşa wî zef baş dibe, êdî pişta wî nayê erdê. Piştî demekê Os li Stembolê gelek tê nasîn û navê wî li Stembolê dibe: “Kurdê hafiz ji Haymanayê”.

Os dema gelek pere dide hev, êdî dixwaze ji xwe re xanîkî bistîne û bizewice. Dema carekê ew li xaniyekî digere bona ji xwe re bikire, ew rastî ermenekî tê ku navê wî Kevork Altunyan e. Ji paşnava wî jî mirov derdixe ku ew bi çi karî ve mijûl e. Ew zêrkar e û di sûka navdar Kapaliçarşiyê (Sûka Ser Girtî) de dixebite. Piştî vê hevnaskirinê xuya dibe ku ev zêrkara ligel keça xwe ya azep Asparîk nêzîkî wî xaniyê ku Os dixwaze bikire, dimîne. Ew dibin cînarê hev. Piştî demeke dilê Os û Asparîk dikeve hev û ew paşê dizewicin. Lê belê ev şahiya wan dirêj dom nake, dema em tên dawiya romanê dibînin ku dema bûyîna zarokê, him dayîk û him jî zarok can dane. Xwedê ji bo zarok bêdayîk nemîne “Herdu hilgirtin bihuşta xu”. Şîneke mezin dest pê dike, Os tirkiya ku li Stembolê hîn bûye ji bîr dike, bi kurmancî kilameke şînê dibêje: ”Ax felekê te li min çi kir”. Jina xwe jî wek “Yêrmeniya min” û “Porsora min” û zarokê xwe jî bi hevoka herêmê “çêla min” dide nasîn. Zarok û jinê di gorekê de didin erdê.

Os êdî ji Stembolê dixeyîde, rojekê ji rojan dixwaze ji vir bi dûr bikeve. Ew vedigere gundê xwe yê ku berî 20 salan hîştibû çûbû Stembolê. Di beşa Os Li Gund de em wî li herêma Haymanayê dibînin. Gelek wî nas nakin, ew wek tîp zef hatiye guhurîn. Hewê, ew keçika ku berî 20 salan bûbû evîndarê wê, hê nezewicî ye. Paşê Os bi wê re dizewice, lê ji ber gelek sedeman ew dilşahiya ku hêviya wê bû, bi hêsanî nabîne. Os paşê diçe hec, di vegerê de du kole û cariyekê jî tîne. Navê kola diguhirîne, navina din datîne. Navê yê reşik datîne Bîlal û yê din Arnes jî Xêro datîne. Ew kole ji Afrîka, Sudanê û Qefqasê bûne. Navê cariyê Atarîs bûye, lê vî navî nagihurîne …”ji ber ku navê wê, Asparîka wî ya delal dihanî bîra wî” ku li Stembolê ligel zaroka xwe wefat dike. Kurdên herêmê van biyaniyên reşik û xerîb ev cara pêşîn e di gundê xwe de dibînin û di destpêkê de bi meraq li wan dinêrîn. Ji van Bîlal gelekî xurt bûye, hertim xwestiye bireve, bigihêje azadiya xwe. Nivîskar yek ji wan beşên dawîn yên romanê ji Bîlal re vediqetîne.

Sal û zeman derbas dibin mezinên gund, rewşa êl û eşîretên herêmê û gundê Mîkaîliya jî diguhirin. Lehengê romanê Os ku di destpêka romanê de hê 15 salî bûye, piştî salan êdî mezin dibe û dibe serekê elê. Ev romana Fîkret Yildiz bi van gotinan han dawî dibe: “Osê Usî Hecîbrêm êdî mezin dibe: Ew bera Hecîbrêma ji Xanedana Mîkaîliya hendû bi navî wî tên bankirinê, Mala Osikê…” Romana Li Belê wek em dibînin romana Li Benda Keskesorê bi gelek aliyan ve balkêş e.

Min bi kêfxweşîke mezin ev romana Fîkret Yildiz xwend. Serboriya Os ya li Stembolê zêdetir bala min kişand. Ji ber ku di salên 1990an de dema min li ser kurdên li Stembola kevin kar dikir, ez gelekî hewcedarî çavkaniyên kurd yên edebî bûm ku qala kurdên Stembolê dikin. Têkiliyên kurdên Anatoliya Navîn û Stembolê heta berî gelek sedsalan dirêj dibe. Van gundên kurdan bi hezaran keriyên xwe yên bêz dibirin li Stembolê difrotin ji bo hewcedariya goşt ya bajarê mezin Stembolê bi cîh bînin.

Kurdên Anatoliya Navîn tecrûbe û tevgera çandî û edebî ya Kurdên Sovyetê û Kurdên Swêdê bidin ber çavan. Eger ji wan re îmkana alîkariya dewletê ya aborî û mafê gotina azad peyda bibe em xwendevan wê demê dikarin gelek berhemên ji edebiyateke baş bixwînin. Ew wek lehengê romanê Os divê rêyên xelasiyê yên din bidin pêşiya xwe, eger ew tenê benda “keskesoran” bimînin wê demê zehmet e ew bighêjin armanca xwe.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Çekmeköy Escort
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
beylikdüzü escort
taksim escort
bakırköy escort
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
Çekmeköy Escort
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort
esenyurt escort
beylikdüzü escort
beylikdüzü escort
taksim escort
bakırköy escort
jojobet giriş